ˋEm ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê Rojava bikinˊ

Nûnerên meclisên gel ên herêma Şemal a Şengalê li ber avahiya Meclisa Gel a Guhbel ji bo piştgiriya berxwedana gelê Rojava kom bûn û diyar kir, ew ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê bidin Rojava.

ˋEm ê bi hemû hêza xwe piştgiriyê Rojava bikinˊ
18 ÇILE, 2025   20:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe, rojane êrişî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Bi balafiran li bendava Tişrînê komkujiyan pêk tîne. Êriş hem li dijî çalakiya nobebê ya gelan a li Bendava Tişrînê pêk tên, hem jî li herêma Firat û Cizîrê pêk tê. Di nava qurbaniyan de jin, zarok, kesên bi temen û rojnamevan jî hene.

îro di saetên êvarê de jî komkujiyek din li Bendava Tişrînê pêk anî, li gorî agahiyan 4 welatî şehîd bûne û 15 kes jî birîndar bûne.

Endamên Meclîsên Gel ên Rêveberiya Xweser a herêma Şemal, li ber avahiya Meclîsa Gel a komelgeha Guhbelê kom bûn û ji bo piştgiriya Rojava daxuyaniyeke çapemeniyê da. Bi navê girseyê Hevşaredarê Komelgeha Zorava ya Şengalê Nemir Puko bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

‘DIXWAZE GELÊN LI ROJAVA TINE BIKE’

Nemir Puko diyar kir ew ji bo piştgiriya xwişk û birayên xwe yên Rojava kom bûne û got: “Weke tê zanîn dewleta Tirk a dagirker bi salan e dixwaze nasnameya Kurd tine bike, lê bi ser neketiye. Ji bo ku gelê me yê Rojava nikaribe bi azadî û keramet bijî, îro jî bi hemû rê û rêbazan êriş dike. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka Şoreşa Rojava heya niha piştgiriyê dide komên çete yên ‘Terorîst’ yên DAIŞ’ê. Ji bo hebûna Kurd, Êzidî û Mesîhî li Sûriyeyê nehêle, ji bo bi xwe Sûriyeyê dagir bike û bixe bin serweriya xwe, vê yekê dike. Weke hûn dizanin 2018’an Efrînê dagir kir û gelek gundên Êzidiyan jî bi îdîaya gefê li ewlekariya nîştîmanî ya Tirkiyeyê dixwe, dagir kirin. Bi bihaneya çêkirina kemereke ‘Ewlekariyê’ li ser sînorê Sûriyeyê û Tirkiyeyê, destpêkê 15 km kete nava axa Sûriyeyê. Lê ev jî têra wî nekir, hîn jî di dagirkeriyê de dewam dike.”

‘DEWLETA TIRK PÊŞ ÇAVÊ CÎHANÊ PIŞTGIRIYA DAIŞ’Ê DIKE’

Nemir Puko da zanîn ku dewleta Tirk bi awayeke eşkere û pêş çavê cîhanê piştgiriyê dide komên çete û DAIŞ’ê û axaftina xwe wiha domand: “Dewleta Tirk hîn jî bi awayeke eşkere û li pêş çavê cîhanê piştgiriya çeteyên DAIŞ’ê yên terorîst dike. Ji ber vê sedemê her roj mirovên bêsûc dibin qurbaniya vê siyaseta wê ya qirêj. Heta rojnamevan, jin, zarok û kesên bi temen jî dibin hedefa êrişên dagirkeriya Tirk. Her roj êrişên hewayî pêk tîne û binesazî û çavkaniyên jiyanê yên Rojava hedef digire. Dixwaze welatê me bi rêyên hovane dagir bike. Bendava Tişrînê ji bo dabînkirina pêwîstiyên ceyran û çandiniya herêmê xwedî girîngiyeke stratejîk e, lê dixwaze rehên jiyanê yên herêmê qut bike.”

‘EM Ê BI MADÎ Û MANEWÎ LI GEL ROJAVA BIN’

Di dawiya axaftina xwe de jî Nemir Puko piştgiriya civaka Êzidî ya ji bo Rojava ragihand û got: “Me ti carî alîkariya xwişk û birayên xwe yên Rojava ya ji bo Şengalê ji bîr nekiriye û ji bîr jî nakin. Dema DAIŞ êrişê me kir, sekna gelê Rojava ya ji bo Şengalê, sekneke birûmet bû. Îro jî dora me ye em berpirsyariyên xwe bicîh bînin û çi bikeve ser milê me em bikin. Em ji vir radigihînin ku em ê bi hemû hêza xwe piştgiriya Rojava bikin. Em dibêjin, em bi dil û can bi we re ne. Em êşên we parve dikin û em ê piştevan bin ji we re. Em ê bi madî û manewî piştgiriya xwe texsîr nekin. Ji bo me ti ferq navbera Rojava û Şengalê de nîne, her du jî yek in.”

‘DIVÊ SAZÎ Û RÊXISTINÊN NAVNETEWÎ LI GEL ROJAVA BISEKININ’

Hevşaredarê Zorava Nemir Puko herî dawî axaftina şehîd Mazlûm Doxan a, ‘Berxwedan Jiyan e’ bi bîr xist û banga “Divê Sazî û Rêxistinên Navnetewî, li rex gelên Rojava bisekinin” kir.

Nemiro Pûko da zanîn ku ew ê heya dawiyê li ber xwe bidin û axaftina xwe bi dirûşmeyên wekî, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî anî.