ˋ Ev welatê me ye, parastina wî erka me yeˊ

Di çarçoveya bersivdana banga seferberiya giştî de, jinên Çilaxa di nava dewriye û nobetdariyê de taxên xwe diparêzin. Jinan got berevaniya vê xakê û parastina wê berpirsiyariya wan e.

ˋ Ev welatê me ye, parastina wî erka me yeˊ
ˋ Ev welatê me ye, parastina wî erka me yeˊ
ˋ Ev welatê me ye, parastina wî erka me yeˊ
ˋ Ev welatê me ye, parastina wî erka me yeˊ
ˋ Ev welatê me ye, parastina wî erka me yeˊ
ˋ Ev welatê me ye, parastina wî erka me yeˊ
20 kanûn, 2024   05:10
QAMIŞLO
BESNA  ŞEMO

Ji dema ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 1'ê Kanûnê de seferberiya giştî ji ber êrişên dewleta Tirk a dgirker û çeteyên wê li dijî kantona Efrîn û Şehbayê ragihandiye ve, şêniyên ji hemû pêkhateyên herêmê (Kurd, Ereb, Suryan û Ermen) bersiva serferberiyê da û xwe di vê çarçoveyê de bi rêxistin dikin û taxên xwe bi awayekî komî diparêzin.

Hemwextî wê, hêzên QSD'ê û YPJˋê li dijî şerê qirkirin û dagirkeriyê berxwedaneke mezin didin meşandin.

Jinên ji bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê ku hinek ji wan dayik in û ji bo parastina ewlehiya taxên xwe di nobetdariyê de ne, ji ajansa ne re axivîn.

Meryem Akob got: "Ev welatê me ye, parastina wî jî erkê me ye. Em xwe bi rêya Hêzên Parastina Civakê - Jin xwe bi rêxistin dikin."

Meryem diyar kir ku ji destpêka Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an ve gelên li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina herêmên xwe, xwe bi rêxistin dikin û got: "Lê belê dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi êrişên xwe îradeya gel tune bike û wî qir bike. Ji bo wê pêwistî bi kedeke mezintir heye."

Selwa Mihemed ku ji saet 9'ê sibehê heta 2'yê nîvro tevî jin û mêrên din nobetê digire, got: "Çawa pêwistiya me bi xwarinê heye, her wiha pêwistiya me bi parastinê jî heye. Bi taybetî di vê qonaxa zehmet de ku hemû hêzan ji bo qirkirina gelên herêmê xwe kirine yek."

Selwa bang li tevahî beşên civakê kir ku xwedî li bangên seferberiya giştî derkevin, welatê xwe ji êriş û dagirkeriyê biparêzin û ji bo ewlehiya xwe baldar bin.

(mh/fr)

 ANHA