ˊXwendina pirtûkên Rêbertî bingeha gihandina civakeke demokratîk eˊ

Jinên Til Hemîsê xelekên xwendina paraznameyên Rêber Abdullah Ocalan, bi armanca pêşxistina îdeolojiyê û belavkirina ramanên Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

ˊXwendina pirtûkên Rêbertî bingeha gihandina civakeke demokratîk eˊ
17 tîrmeh 2024   18:54
QAMIŞLO

Di çarçovaya pêngava navneteweyî ya ‘Ji Rêber Adullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ de endamên Kongra Star a bajarê Til Hemîsê ya kantona Cizîrê, xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dewam dikin.

Endamên Kongra Star diyar kir ku armanca wan ji van xelekên xwendinê, zêdekirina hişyariya ramanê û îdeolojiyê di nava jinan de, di heman demê de belavkirina fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan.

Her wiha, di vê hefteyê de ev xeleka duyemîn e. Di van xelekan de parêznameya sêyemîn a bi navê ˊSosyolojiya Azadiyêˊ tê xwendin. Di van xelekan de mekanîzemya pêşxistina civakê di xwe avakirinê û guhartina îdeolojiya şaş de hatin nîqaşkirin.

Di paraznameyê de, benda sêyemîn a pêşxistin û bihêzkirina civakê di aliyê îdeolojî de hat nîqaşkirin ku civakeke pêşketî û bingeha wê kûr û xurt be were avakirin.

Endamên Kongra Star xwendina pareznameyên Rêber Abdullah Ocalan û dayîna semîneran li komînan, bi armanca zêdekirina hişyariyê di nava gel de dewam dikin.

Xelekên xwendina pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan dê heta bidawîkirina xwendina tevahî pirtûkan û nîqaşkirina li ser naverokê dewam bikin.

(fr)