ˊHewldanên Tirkiyeyê têkoşîna me têk nabinˊ

Jinên Reqayê diyar kir ku hewldan û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê têkoşîna wan têk nabin.

ˊHewldanên Tirkiyeyê têkoşîna me têk nabinˊ
2 sibat, 2024   05:35
REQA
ALA EL ELÎ

Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, di vê çarçoveyê de endama Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Dua El Hesen anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe de hevgirtina gel a di navbera pêkhateyên herêmê de hedef digire.

Dua wiha got: "Li hember van êrişan gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hevgirtin, girêdana xwe bi xakê û bi Rêveberiya Xwe ya Xweser ve nîşan da. Bi wê yekê armanc û hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên pêkanîna projeya Osmaniya Nû li herêmê têk bir."

Endama Komîteya Perwerdê ya girêdayî Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Kînana Ebdo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê yên bi armanca şikandina vîna gel û hegemoniya li ser herêmê bi hewldanên bêhêvî bi nav kirin.

Kînana anî ziman ku jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser soza xwe ya rizgariya ji zihniyeta baviksalariyê ne, ew zihniyet jî îro bi nûnertiya dewleta Tirk, çeteyên wê ji Cebhet El Nusra û DAIŞˊê pêk tê.

Li aliyekî din jî endama Saziya Olê ya Kantona Reqayê Sûad El Kurdî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî binesazî, nuqteyên xizmetguzarî û hedefgirtina jinên pêşengên Şoreşa 19ˊê Tîrmehê bî bîr xistin.

Sûad di dawiyê de bang li tevahî jinên li hundirê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û derveyî wê kir ku hevgirtî bin û bi ruhê jina azad li hember van êrişan bisekinin.

(fr)

ANHA