ˊHeta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî Em ê li qadan binˊ

Bi diruşma ˊLi dijî îxanet û dagirkeriyê cenga azadiyê ser bixeˊ bi dehan ciwan û şêniyên Helebê li dijî tecrîdê û bi armanca piştgiriya hêzên gerîla meşek li dar dixe.

16 gulan, 2024   23:18
HELEB

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan meşek li dar xist. Ciwanan piştgiriya xwe ji berxwedana hêzên gerîlayan re li dijî artêşa Tirk a dagirker nîşan da.

Meş ji pêş hola 8ˊê Adarê ya li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê dest pê kir. Di meşê de bi sedan ciwan, endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Li Qada Cebanat meş vegerî mîtîngê. Li wir endamê rêveber ê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê Hemze Şêraz axivî û got: "3 sal e tu agahî ji Rêbertî nayên wergirtin. Her 3 mehan cezayên dîsplînê li ser Rêbertî tên ferzkirin."

Şêraz wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê li qadan bin heta Rêberê me bi fîzîkî azad dibe. Em bi gotin û pratîk bi gerîlayan re ne heta Kurdistan rizgar dibe."

Meş bi diruşmên ˊBê Serok Jiyan NabeˊûˊBijî berxwedana gerîlaˊ bi dawî bû.

(fr)