ˊFûad Şukir ji êrişa Îsraîlê rizgar bûˊ

Çakvaniyên ewlehiyê yên Lubnanê diyar kir ku fermandarê Hizbullaha Lubnanê Fûad Şukir ji êrişa Îsraîlê ya li dijî taxeke Beyrûtê rizgar bû.

ˊFûad Şukir ji êrişa Îsraîlê rizgar bûˊ
30 tîrmeh 2024   22:08
NAVENDA NÛÇEYANNAVENDA NÛÇEYAN

Balafireke bêmirov a Îsraîlê beriya çend kêliyan avahiyeke li taxa Herîk a başûrê Beyrûtê bombebaran kir.

Li gorî kanala 12ˊan a Îsraîlê, armanca êrişê fermandarê Hizbullah Fûad Şukir (El Hac Muhsin) bû.

Çavkaniyên ewlehiyê yên Lubnanê diyar kir ku Fûad Şukir ji êrişa Îsraîlê rizgar bû. Çavkaniyan got Şukir beriya hedefgirtinê ji avahiyê derket.

Fûad Şukir, şêwirmendê leşkerî yê sekreterê Giştî yê Hizbullaha Lubnanê Hesen Nesrullah e û Îsraîlê bi kesê duyemîn di Hizbullah de bi nav dikin.

Artêşa Îsraîlê ji bo wergirtina agahiyên li ser Fûad Şukir 5 milyon dolar diyar kiribû.

Li gorî çapemeniya Îsraîlê, Fûad Şukir di teqandina baregehên deryayî yên Amerîkayê yên li Beyrûtê de ku di 1983ˊyan de pêk hatibû roleke sereke lîst. Di encama wê teqînê de 241 kesên li wir xizmet dikirin hatin kuştin.

(fr)