ˈBerxwedana Kobanê remza lehengî û fedakariyê yeˈ

Di daxuyaniyên ku bi boneya 1ˈê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, berxwedana Kobanê wekî nimûmeya lehengî û fedakariyê û destpêka qedandina DAIŞˈê hat nirxandin.

ˈBerxwedana Kobanê remza lehengî û fedakariyê yeˈ
1 mijdar, 2024   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Di daxuyaniya Federasyona Gaziyan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin berxwedana Kobanê nimûneya herî binirx a lehengî û fedakariyê ye.

‘DI BERXWEDANA KOBANÊ DE WATEYÊN BINIRX ÊN LEHENGÎ Û FEDAÎTIYÊ’

Di daxuyaniya Konfederaliya Rêxistinên Civaka Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hate gotin berxwedana Kobanê nimûneya herî binirx a lehengî û fedakariyê ye.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û azadîxwazan li hemberî hêzên tarî yên DAIŞ’ê cengeke efsanewî û destanî raber kirin û rûmet û nirxên mirovahiyê parastin.

Di daxuyaniyê de îşaret bi êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê jî hatin kirin û hate gotin: "Berdewama van êrişan gefan li ewlehiya herêmê dixwe, têkoşîna li dijî bermahiyên afata tarî lawaz dike û derfetekê dide rêxistina DAIŞ a terorîst ku zindî bike."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û tevahî azadxwazên cîhanê hat kirin ku ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk helwesteke cidî nîşan bidin.

Ji bo pêkanîna azadî û edalet û qedandina terorê jî soza piştevaniyê hate dayîn û hate gotin: “Berxwedana Kobanê îlhamê dide me ku em ê hewldanên avakirina civakeke demokratîk, aştî û edaletê bidomîne.”

Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi boneya 1ˈê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi ruhê berxwedana Kobanê em ê şoreşê biparêzin.

1’ê Mijdarê û 2’yê Mijdarê ji bo tevahî mirovahiyê du roj û qonaxên pir girîng in. Li dû azadiya Kobanê 2015’an 1’ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê û 2019’an bi armanca piştevaniya bi gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re 2’yê Mijdarê wek Roja Rojava ya Cîhanê hat qebûlkirin û îlankirin. Ev her du roj her sal ji hêla gelên cîhanê ve bi coş û heyecan tê pîrozkirin. Em jî weke gaziyên şer ên di vê şoreşa bûye hêviya hemû mirovatiyê de gelek berdêl dane Roja Kobanê ya Cîhanê û Roja Rojava ya Cîhanê di serî de li gelên xwe yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li tevahî mirovatiyê pîroz dikin.

Weke tê zanîn çeteyên DAIŞ’ê yên ji hêla dewletên paşverû yên weke dewleta Tirk û ji aliyê hêzên emperyal ve dihatin destekkirin 14’ê Îlona 2014’an bi êrişên hovane berê xwe dan Kobanê. Ev çeteyên hov ên dixwestin komkujiyên pir mezin pêk bînin, rastî berxwedana bêhempa ya şervanên xwe bi bîrdoziya Rêber Apo gurçûpêç kiribûn hatin.

Hêzên YPG-YPJ’ê yên tevahî plan û hedefên wan hêzan û çeteyan serûbin kirin, nîşanî her kesî dan bê şervan û welatparêzên evîndarên xaka xwe xwedî qudret û îradeyeke çawa ne. Gelên cîhanê kêlî bi kêlî bûn şahidê dilsoziya bi nirxên mirovatiyê yên di berxwedan û têkoşîna van şervanên egîd de xwe dida der. Vê berxwedan û şoreşa bû rohniya azadî û wekheviyê, di hişê mirovan de fikreke wer ava kir ku jiyaneke ji derveyî sîstema modernîteya kapîtalîst û rejîmên zextdar heye.  

Di encama vê berxwedana mezin û şoreşa Rojava de ji neteweyên cuda ji her aliyê cîhanê mirovan berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Xwestin ji vê ava hêviyê, azadiyê û wekheviyê ya di pêşengiya jinê de li ser esasê paradîgmaya Rêber Apo pêş dikeve vexwin, xwe pê têr bikin.

Ev berxwedana li Kobanê bi serketinê bi encam bû û şoreşa Rojava helbet berxwedan û şoreşeke herî watedar a dîroka mirovatiyê ya li hember zilm û zorê ye.

Berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava bi têkoşîn û xwîna hevrêyên weke Arîn Mîrkan, Gelhat Gabar, Diyar Bagok, Gulan Batman, Destîna Başûr, Jiyan Rojhilat û hwd. bi sedan şehîd û gaziyên şer pêş ket. Dê ev hevrêyên me yên bûne nav û dengê vê berxwedanê timî werin bibîranîn. Bi vê wesîleyê em careke din Apê Nemir ê di berxwedana Kobanê de bû sembola welatparêziya Apoyî jî bi bîr tînin. Wan leheng û fedaiyan bi berxwedana xwe tenê ne pêşeroj; di heman de mê paşeroja ji bo gelan hatibû diyakirin jî guhertin.

Weke gaziyên şer em diyar dikin ku heya dilopa xwîna xwe ya dawî em ê Kobanê û Şoreşa Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin. Ji bo em bibin layiqî hevrêyên xwe yên şehîd û Rêbertiya xwe ji her demê zêdetir em ê di nav refên têkoşînê û berxwedanê de cih bigirin. Em destnîşan dikin ku bi ruhê berxwedana Kobanê û Şoreşa Rojava em ê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bi temamî ji holê rakin, hemû êrişên hovane yên dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê pûç bikin. "

‘KOBANÊ DESTPÊKA BIDAWÎBÛNA DAIŞˈÊ BÛ’

Kombûna Jinan a Zenûbiya jî di daxuyaniya xwe de berxwedana gelên herêmê û jinan silav kir. Her wiha berxwedana Kobanê weke destpêka qedandina DAIŞˈê nirxandin. Di daxuyaniyê de hate gotin "Ji Kobanê rêzeserketin li hemberî rêxistina DAIŞˈê ya terorîst a ku li ser tevahî dunyayê tehdîd bû, hatin qezenckirin."

Di daxuyaniyê de îşaret bi pêkanînên çeteyên DAIŞˈê yên li dijî jinan hatin kirin, şehîdên berxwedana Kobanê hatin bibîranîn.

Kombûna Jinan a Zenûbiya di dawiyê de girîngiya têkoşîna hevpar vegot "Em dê heya bidestxitina azadî û rûmetê ji bo tevahî jin û gelên cîhanê têkoşînê berdewam bikin."

(bb)

ANHA