ˋMeşa serkeftinan dê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de bidomeˊ

Beşdarên merasîma xiyabî ya gerîlayê HPGˊê li Helebê diyar kir ku "Meşa serkeftinên ku bi saya fedakariyên şehîdan pêk hatine dê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk de ku Rêber Abdullah Ocalan kiriye de bidome."

8 mijdar, 2025   16:46
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê ji bo gerîlayê HPGˊê Şervan Şoreş (Heyder Mamo) ê ku di berxwedana Zapê ya li dijî artêşa Tirk a dagirker şehîd bûbû, merasîmeke xiyabî li dar xist. Merasîm li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hat organîzekirin. 

Piştî deqeyek rêzgirtinê hevserokê meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê Elî El Şêx axivî û destnîşan kir ku bi hezaran têkoşer di oxira pransîbên pê bawer kirine, azadiya gel û welat de tev li karwanên şehîdan bûn.

El Şêx da zanîn ku pêvajoya têkoşînê ya demdirêj a ku Rêber Apo û şehîdan dest pê kiriye, ji bo misogeriya parastina destkeftiyan, divê civaka temam bike.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêro Mihemed jî got şehîdan di oxira garantiya azadiya civakî û welat de canê xwe feda kir.

Li aliyekî din jî hevseroka Meclisa Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman got, "Şehîd Şervan Şoreş nimûneya bêhempa bû, li çiyayên Kurdistanê fedakariyên mezin dan, bi hevrêyên xwe re berpirsiyariya dîrokî ya têkbirian dagirkeran û rizgarkirina welat hilgirtin."

Hêvîn meşa serkeftinên ku bi fedakariya şehîdan pêk hatine dê di çarçoveya Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo kiriye de bidome.

Dûre wesîqeya şehîd Şervan Şoreş hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.

Merasîm bi diruşmên "şehîd namirin" bi dawî bû.

(fr)

ANHA