Zwanenberg piştgirî da Rêber Apo

Roger Van Zwanenberg ku li ser dîroka Efrîqayê dixebite, piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan û got: “Îradeya aştiyê ya serhildana Kurdan a dawî danî holê, cihê keyfxweşiyê ye.”

Zwanenberg piştgirî da Rêber Apo
13 tîrmeh, 2025   12:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştgiriya ji bo banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Abdullah Ocalan her ku diçe zêdetir dibe. Roger van Zwanenberg ku li ser dîroka Efrîqayê gelek kar kiriye û pêşengî ji gelek karên girîng re kiriye, piştgirî da banga Rêber Abdullah Ocalan. 

Doktor Roger van Zwanenberg di peyama xwe de diyar kir ku ji dema girtinê û pê ve Rêber Abdullah Ocalan hewl daye çareseriyeke aştiyane ji Kurd û Tirkan re bibîne.

Peyama Swanenberg wiha ye: “Îradeya aştiyê ya ku raperîna dawî ya Kurdan danî holê, cihê şanaziyê ye. Pluto Books ku sala 1987'an min dewr wergirt, di nava 10 salên destpêkê yên sedsala 21'ê de gelek pirtûkên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weşand. Ocalan li Girava Îmraliyê pirtûkan dinivîsîne û ji roja ku ew birine giravê û vir ve hewl dide çareseriyeke aştiyane ji Kurd û Tirkan re bibîne. Hêvîdar im ku pêvajoya aştiyê wê ji ezmûna demê derbas bibe. Divê herdu gel jî êdî karibin di nava ruhê dostaniyê de bi hev re bijîn."