Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist

Zanîngeha Kobanê Komxebata bi navê `Dengvedana di nava bêdengiyê de berxwedana Kobanê û Rojava` li dar xist.

Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
Zanîngeha Kobanê Komxebatek li dar xist
15 ÇILE, 2025   17:10
KOBAENÊ

Zanîngeha Kobanê Komxebateke bi navê 'Dengvedana di nava bêdengiyê de berxwedana Kobanê û Rojava' li hola zanîngeha Kobanê dar xist.

Di Komxebatê de gelek mamoste, xwendekar, akademisyen û rewşenbîrên Kantona Firatê amade bûn.

Di komxebatê de him pêşveçûnên Sûriyê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker him jî yekitiya Kurdan û bandora şer a li ser perwerdeyê û pirsgirêkên perwerdeyê hatin nîqaşkirin.

Berdevkê Yekîneya Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd bi rêya zoomê ji beşdaran re rewşa dawî ya Sûriyeyê nirxand û ev tişt anî ziman: "Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmê berdewam dikin. Lê hêza şervanan li hember êrişên dagirkeriyê zêde ye. Dema ku rejîma Sûriyê rûxiya rêveberiya Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) bi awayekî hovane birin ser gel. Bi rastî jî dema Şoreşa Rojava destpê kir, gel bi rûhê şerê gel ê şoreşgerî têkoşîn kir û li ber xwe da. Vaye, careke din gel ew gel e. Bi rûhê şerê gel ê şoreşgerî tê dikoşe û li gel şervanan disekine."

Nûrî Mehmûd da zanîn ku bi ketina rejîma Sûriyeyê re Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ), bû rejîma nû ya Sûriyê û rojevên şer domandin. Nûrî Mehmûd axavtina xwe wiha domand: “Ji bo ku di vê pêvajoya Sûriyeyê nû de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek Kurd, Ereb û Sûryan nebin xwedî statu dewleta Tirk a dagirker bênavber êrîşên xwe didomîne û bi taybet jî li ser herêmên Bendava Tişrîn û Qereqozaqê ev êrîş hîn jî didomin."

Endama Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Leyla Şemsedîn Ehmed ev tişt anî ziman: “Di vê beşê de bal li ser yekitiya Kurdan e. Bang jî hate kirin da ku Kongreya Neteweyî pêk were. Lewre pêwîstiya gel û herêmê ji her tiştî zêdetir bi vê heye. Li ser vî esasî tevî wan nakokiyên siyasî jî, yekitiya Kurdan pêwîstiyekê stratejîk e. Bi vê yekitiyê re dikarin bi awayekî xurt li pêşberî welatên cîhanê hîn hêztir derkevin û helwesteke xurt derxin pêş."

Hevserokê Zanîngeha Kobanê Şervan Muslim jî wiha got: “Bandora şeran li qada perwerdeyê gelek neyinî ye. Bi taybet li herêma Firatê çi saziyên desteya perwerdehiyê û çi jî yên xwendina bilind û ya qada zanîngehan be, ji bo hemû jî rewşekê aloz derxist holê.”

Profesorê Zanîngeha Hewlêrê Tomas Şimidinger jî wiha bal kişand ser rewşê: "Kobanê di siyaseta Ewropayê û nêrîna giştî de gelek bi rojev e. Em niha 10'emîn salvegera rizgarbûna Kobanê jiyan dikin. Êrîşên DAIŞ û dewleta Tirk hîşt ku em rewşê binirxînin. Hate nirxandin ku Kobanê di êrîşên DAIŞ'ê de çawa bû sembol û ji bo têkbirina DAÎŞ'ê rolekê çawa lîst?"

Encamnameya Komxebatê wiha ye:

"Divê di Sûriyeyê nû de, pergaleke xwecihî hebe û feraset li ser dadmendiyekê mirovî be ku hemû mafê pêkhateyan were parastin.

Rêveberiya Xweser ê ku xwe li ser binemayên paradîgmaya Neteweya demokratîk ava kiriye, divê wekî modela çareseriyê di hemû deverên Sûriyeyê nû de were esasgirtin.

Divê ku Sûriyeya Demokratîk li ser bingeha azadiya jinê şêwe bigire. Her wiha divê di Sûriyeyê nû de jin wekî perçeyekî bingehîn di hemû qadên jiyanê yên (rêveberî, destûrî, parastina rewa û hwd) de cihê xwe bigire.

Divê bi pergala xweseriya demokratîk li dijî pirsgirêkên olperestî, nijadperestî û zayendperestî her têbikoşîn.

Divê Ji bo yekîtiya neteweya Kurd a demokratîk bi hevdîtin û hewldanan bi lez xebatên pratîkî werin destpê kirin. Pêwîste ji bo avakirina kongreya neteweyî ya Kurdistanê gavên diyarker werin avêtin.

Divê ku mafên gelê Kurd di destûra bingehîn ê Sûriyeyê nû de were misogerkirin da ku gelê Kurd jî mîna gelên din bikaribe bibe xwedê mafên rewa.

Divê bi rêya statîk û dateyan rewşa perwerdeyê yên li herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ji raya giştî re were eşkere kirin.

Divê ev kiryarên dijmin ku bi serê gel pêk tîne û dibe sedem ku zarok û xwendekar ji mafê xwe yê perwerdehiyê bê par dimînin were parvekirin. Pêwîste bi rêya belgeyan ji raya giştî ya navnetewî re were eşkere kirin.

Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) ku nirxên gelên Bakurê-Rojhilatê Sûriyeyê diparêze, divê bibe projeyekê wiha ku hemû Sûriyeyê biparêze.

Berxwedana Bendava Tişrîn û pira Qereqozaxê ku bi pêşengtiya QSD`ê tê kirin, ew ê bibe ronahiya azadiya gelên Bakur-Rojhilatê Sûriyayê.

Rêxistinkirina şerê gel ê şoreşgerî bi hişmendiya parastina rewa û misogeriya civaka azad re pêkan e."

(sş/fr)

ANHA