Yekitiya Parêzeran li aqûbeta dîlgirtiyan pirsî

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku di çarçoveya Peymana 29'ê Çileyê de dîlgirtiyan serbest berde.

Yekitiya Parêzeran li aqûbeta dîlgirtiyan pirsî
Yekitiya Parêzeran li aqûbeta dîlgirtiyan pirsî
Yekitiya Parêzeran li aqûbeta dîlgirtiyan pirsî
Yekitiya Parêzeran li aqûbeta dîlgirtiyan pirsî
Yekitiya Parêzeran li aqûbeta dîlgirtiyan pirsî
Yekitiya Parêzeran li aqûbeta dîlgirtiyan pirsî
23 nîsan, 2026   14:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê bang li hikumeta demkî ya Sûriyeyê kir ku dîlgirtiyan serbest berde. Daxuyanî li pêşiya avahiya Dîwana Edaleta Civakî ya li bajarê Qamişloyê bi beşdariya endamên yekitiyê û malbatên dîlgirtiyan hat dayîn. Malbatan wêneyên zarokên xwe yên dîlgirtî hildan.

Daxuyanî ji aliyê parêzer Neda Melkê ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ji ber şert û mercên ku Sûriyeyê tê re derbas dibin û ji aloziyên siyasî, ewlehî û îdarî, mijara dîlgirtiyên li cem hikumeta demkî ya Sûriyeyê yek ji mijarên mirovî û yasayî yên herî girîng derdikeve pêş. Ev mijarê lêkolîn û çalakiyên berdewam, her wiha  helwestek cidî û berpirsiyar ji hemî aliyên têkildar hewce dike. Di demên dawîn de, bangên gel û saziyên mafên mirovan yên çareserkirina vê dosyayê zêde bûn. Ji ber ku aliyên mirovî yên kûr ên vê dosyayê hene ku rûmet û mafên bingehîn ên welatiyan dikin eleqedar dike. Di heman demê de ev dosya rasterast bandorê li malbatên dîlgirtiyan û tevahî civakê dike.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku nebûna çareseriyên zelal û dadperwer ji bo vê pirsgirêkê dê hêrsa civakî zêde bike û baweriya bi dezgehan lawaz bike, di encamê de dibe ku rewşeke bitirs û bêîstîqrariya yasayî û mirovî çêke.

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku çareserkirina vê dosyayê vebijêrekeke paşxistî nîn e, lê bûye pêdiviyek ku îtîbarên qanûnî û exlaqî û bicihanîna Peymana 29'ê Çileyê ferz dike.

Yekitiya Parêzeran di dawiya daxuyaniyê de bal kişand ser van xalan:

“Dosyaya dîlgirtiyan pirsgirêkek bingehîn e ku xwedî aliyên mirovî û hiqûqî ye. Nabe ev dosya li derveyî çarçoveya Peymana 29'ê Çileyê were çareserkirin û nabe jî ji bo tu îtîbarên siyasî an dan û standinê were danîn, ji ber ku ev rasterast mafên wan ên rewa, mafên malbatên wan û azadiyên bingehîn ên kesan binpê dike.

Divê hikumeta demkî li gorî Peymana 29'ê Çileyê tev bigere. Ev peyman weke nexşerêyek yasayî, siyasî û îdarî ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî, di nav wan de ya herî girîng pirsgirêka dîlgirtiyan e, ku bûye mijarek fikara giştî û hewceyê çareserî lezgîn û berpirsiyartiyê ye.

Em banga tavilê ya serbestberdana girtiyan, vegera wan li malbatên wan, rêzgirtina mafên wan ên yasayî li gorî qanûna mirovî ya navneteweyî û Danezana Navneteweyî ya Mafên Mirovan, bi taybetî wan bendên ku girtina keyfî qedexe dikin û rûmeta mirovan diparêzin dikin.

Divê ev dosyaya mirovî ji destwerdana siyasî were dûrxistin û bi hestek berpirsiyariya yasayî û exlaqî were çareserkirin. Bi vî rengî bawerî û serweriya yasayê xurt bibe.

Yekitiya Parêzeran mafê xwe diparêze ku hemû tedbîrên yasayî yên pêwîst bigire û vê dozê bi rêyên yasayî yên guncaw bişopîne da ku parastina yasayî û parastina mafên girtiyan garantî bike û muameleya wan a dadperwer misoger bike.”

Piştî xwendina daxuyaniyê malbatên dîlgirtiyên bi dirûşman xwest kes û karên wan tavilê werin berdan.

(bb)