Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê piştgiriya Kampanya "Na ji darvekirinê re" kir

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Tebqayê şanoyeke kurt li ser berxwedana jinan li hemberî biryara darvekirinê pêşanda.

Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê piştgiriya Kampanya "Na ji darvekirinê re" kir
Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê piştgiriya Kampanya "Na ji darvekirinê re" kir
Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê piştgiriya Kampanya "Na ji darvekirinê re" kir
Yekitiya Jinên Ciwan li Tebqayê piştgiriya Kampanya "Na ji darvekirinê re" kir
25 tebax, 2024   15:09
TEBQA

Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya Desteya çand û Hunerê ya kantona Tebqayê ji bo redkirina cezayên darvekirinê yên li dijî aktivîst Şerîfe Mihemed û rojnamevan Pexşan Ezîzî, şanoyeke kurt têkildarî berxwedana jinan li hember van cezayan pêşandan. 

Jinan wêneyên her du çalakvanan Şerîfe û Pexşan, rojnamevanên şehîd Gulistan Tara û Hêro Behadîn û pankartên "Na ji darvekirinê re" û "Jin, jiyan, azadî" hildan.

Yekitiya Ragihandina Azad (YRJ) 12`ê Tebaxê li hember cezayên darvekirinê yên li dijî girtiyên jin kampanyaya "Na ji darvekirinê re" dest pê kir. Gelek rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tev lê bûn.

Her wiha li ser asta Kurdistanê, welatên Asya û Afrîkayê jî gelek rojnamevan tev li kampanyayê bûn.

(şx)

ANHA