`Yan serkeftin û jiyana bi rûmet an jî şehadet`
Şêniyên navçeya Şedadê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Ebdulmecîd Hisên El Omer oxir kir û diyar kirin ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan gelek destkeftî li herêmê hatin bidestxistin.
Şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê li Goristana Şehîdan a navçeyê kom bûn û şervanê Hêzên Erka Xweparatinê Ebdulmecîd El Omer oxir kir.
Di merasîmê de endama Komîteya Şopandinê Seher Osman axivî û sersaxî da malbata şehîd El Omer.
Seher wiha domand: "Em bi şehadeta şehîd Ebdulmecîd serbilin din. Ew ê di rûpelên dîrokê û welat de zindî bimîne. Wî rêya serkeftinê û jiyana bi rûmet hilbijart û şehîd bû."
Ji fermandarên Hêzên Erka Xweparastinê dehmat Hesekê axivî û sersaxî ji malbata şehîd û hevalên wî yên li eniyên şer xwest û got: "Wan lehengan li hember komên terorîst şer kirin û serkeftin bi dest xist. Ev serkeftin bi saya Rêber Abdullah Ocalan bû ku ji girtîgeha Îmraliyê rêya ber bi azadiyê ve ronî kiriye."
Dûre wesîqeya şehadeta şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
(şx)
ANHA