Xwendekarên li Dirbêsiyê girêdana xwe ya bi perwerdeya kurdî nîşan dan

Xwendekarên dibistana Şehîd Ebdulbarî Mihemed a li Dirbêsiyê bi daxuyaniyekê daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin.

Xwendekarên li Dirbêsiyê girêdana xwe ya bi perwerdeya kurdî nîşan dan
5 cotmeh, 2026   15:00
HESEKÊ

Xwendekarên dibistana Şehîd Ebdulbarî Mihemed a li bajarê Dirbêsiyê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya têkildarî zimanê kurdî û daxwaza perwerdeya bi zimanê dayikê daxuyaniyek da, daxuyanî ji hêla Xwendekar Niyaz Sîno ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zimanê dayikê beşeke sereke ya hebûn û nasnameya mirovan e, mirov bi windakirina ziman re beşeke ji girêdan û bîra xwe ya çandî winda dike.

Xwendekaran di daxuyaniya xwe de da zanîn ku ziman ne tenê wesîleya dan û stendinê ye, ew girêdana bi nasnameyê ye, parastina wê berpirsyartiyeke civakî ye.

(sb)

ANHA