Xizmên girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Evînê kombûn

Çalakvan û xizmên girtiyên siyasî yên ku cezayê darvekirinê li wan hatine birîn, li ber girtîgeha Evînê kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.

Xizmên girtiyên siyasî li ber Girtîgeha Evînê kombûn
11 sibat, 2025   15:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Di çarçoveya kampanya "Sêşema na ji darvekirinê re" de îro çalakvanên civaka sivîl û malbatên girtiyên siyasî yê ku cezayê darvekirinê li zarokên wan hatine birîn, li ber Girtîgeha Evîn kombûn û daxwaza ragirtina cezayê darvekirinê kirin.

Di nava kesên tevlî çalakiyê bûne de çalakvanên mafên mirov Nêrgiz Mihemedî, Cehfer Penahî, Hestî Emîrî, Areş Sadiqî, Kamîz Nurozî, Şiqayîq Muradî, Arya Şêxî û Hisên Rezaq hebûn.

Hêjayî bibîrxistinê ye li girtîgehên Îran û Rojhilatê Kurdistanê hemû rojên sêşeman wek nerazîbûn li dijî cezayê darvekirinê girtî dikevin greva birçîbûnê.