Xelkê Şehbayê şehîdên Basilê pêşwaz kirin

Bi sedan koçberên Efrînê û xelkê Şehbayê cenazeyên şehîd Cûdî Reşo û Cûdî Gaber ên di çalakiya Basilê de şehîd bûbûn, pêşwazî kirin.

20 nîsan, 2024   18:09
ŞEHBA

Piştî 3 mehan cenazeyên şehîdên çalakiya Basilê Cûdî Reşo û Cûdî Gebar gihaştin destê malbetên şehîdan. 

Girseya gel ji bo pêşwazîkirina cenazeyên şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Cûdî Reşo (Hemîd Reşo) û Cûdî Gaber (Cemîl Silêmen) berê xwe da deriyê navçeya Ehdasê yê navbera kantona Şehba û bajarê Helebê de.

Şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê di 30`ê Çileya 2024’an de, di çalakiya Basilê ya Efrîna dagirkirî de gihaştin asta şehadetê.

Piştî ku cenazeyên şehîdan hat wergirtin, girseya gel bi karwaneke erebeyan berê xwe da Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê.

Dê sibe şehîdên çalakiya Basilê bi merasîmekê li Pakrawangeha Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li kantona Efrîn- Şehba saet 15:00ˊan de bên oxirkirin.

ANHA