Xelkê Reqayê: QSD hêzeke neteweyî ye

Xelkê kantona Reqayê diyar kir ku “QSD parêzvana xak û rûmetê ye û li ser erdê hêza neteweyî ya rastîn e”.

 Xelkê Reqayê: QSD hêzeke neteweyî ye
23 îlon, 2025   15:36
REQA

Îro li kantona Reqayê, bi armanca piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) meşeke girseyî hat organîzekirin. Beşdarên meşê diyar kir ku QSDˊê hêzeke tekane ya neteweyî ya sûriyeyî ye ku dikare tevahî pêkhateyên herêmê di meclisên xwe de bike yek, hêzeke rastîn a parastina xaka Sûriyeyê û berevaniya wê ye.

Welatî Xelef El Boş ê ku tev li meşê bûye got: "Em xelkê Reqayê QSDˊê ya ku ev xak ji terorê parast û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têk bir silav dikin."

El Boş diyar kir ku "QSDˊê hêza neteweyî ya rastîn li ser vê xakê ye û îro em piştgiriya xwe jê re nîşqan didin."

Welatiya bi navê Etab El Deyf jî got: "Em îro hebûna xwe di bajarê Aştiyê, bajarê Harûn El Reşîd d îsbat dikin. Em ji cîhanê re dibêjin ku QSDˊê bingeh e, ew parêzvanê xak û rûmetê ye. QSDˊê hebûna xwe li ser erdê îsbat kir û teror têk bir. QSDˊê hêzek leşkerî û neteweyî ku ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji terorê û êrişên derve diparêze."

Di dawiya axaftina xwe de Etab El Deyf got: "Ne mimkun e em dev ji bihostek axa xwe ji kesekî re berdin. Em ê bi zarok, keç û neviyên xwe her piştevanê QSDˊê bin û di bin çi şert û mercî de be em dev ji mafên xwe bernadin."

(fr)

ANHA