Xelkê Reqayê: Heta Rêberê me azad nebe em ê li qadan bin

Şêniyên Reqayê di çarçoveya pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” çalakiyek li dar xist.

2 mijdar, 2023   19:10
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û di çarçoveya pêngava cîhanê ya bi dirûşma “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” çalakiyeke protestoyî li dar xist.

Konê çalakiyê li navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê hate vedan. Endamên partiyan, Meclisa Sivîl a Reqayê, komîteyên wê, Kombûna Jinan a Zenûbya, Komîteya Ciwan û Werzîşê, Rêxistinên Civaka Sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisên Gel ên Reqayê û rûspiyên bajêr tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de hevserokê Komîteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê Cîhad Hesen axivî û got: “Ji bo me serfirazî ye ku em vê çalakiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li dar bixin.”

Hesen wiha domand: “Çalakiya me heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were, dê berdewam bike.”

Dûre rûspî Yehya El Bera bi nave Komîteya Kar û Barên Olî axivî û got: “Em bi bidawîkirina tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan e ku bi fikrê xwe gelê herêmê rizgar kir, hişt jin rola xwe ya pêşeng di qadên siyaî, leşkerî û civakî de bilîzin. Bi tecrîdê armanc dikin fikrê wî ji gel dûr bixin, lê bi ser nakevin. Ji ber ku bi rastî ev fikr li Rojhilata Navîn belav bûye.”

El Bera soza mezinkirina têkoşînê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan da.

Her wiha endama Desteya Kombûna Jinan a Zenûbya şaxê Reqayê Kînana Ebdo axivî û anî ziman ku tecrîd berdewama komploya navneteweyî ye.

Kînana axaftina xwe wiha domand: “Gelên blindest li her derê ji bo azadiya Rêbertî tê dikoşin. Panel û komxabet tên lidarxistin û di wan de fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û girîngiya wê ji bo jiyana gelan tên nîqaşkirin. Ji bo ku tecrîd bi dawî bibe jî, çalakî li dar dikevin.”

Piştre li ser komploya navneteweyî sînefizyonek hate pêşandan.

Di dawiya çalakiyê de, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan Ehmed El Hemûd wiha axivî: “Ji bajarê Reqayê, bajarê aştiyê û ji şêniyên Reqayê û dayîkên aştiyê, em silavek ji Rêber Abdullah Ocalan re rê dikin. Em soz didin Rêberê xwe ku tê bikoşin, li qadan bin heta ku azad bibe. Em ê ji xwîna şehîdên xwe re wefadar bin. Em serî natewînin û ji bo parastina welatê xwe dê bibin keleheke asê. Rêber Abdullah Ocalan, rêberê gelên ereb, kurd û gelên Rojhilata Navîn tevda ye.”

(şx)

ANHA