Xelkê Lêremonê yê Helebê desteserkirina erdan protesto kir

Xelkê herêma Lêremon a bajarê Helebê ji bo desteserkirina mal û milkên xwe protesto kir û aliyên eleqedar bi bikaranîna fermanên berê ji bo desteserkirina mal û milkên wan tawanbar kir û daxwaza rawetandina van kiryaran hat kirin.

Xelkê Lêremonê yê Helebê desteserkirina erdan protesto kir
3 gulan, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku xelkê herêma Lêremonê biryara desteserkirina mal û milkên wan ji hêla komeleyên xaniyan protesto kir. Dûre şênî çû ber Qesra Edlê ya Helebê çalakiya xwe berdewam kir û ev komele bi bikaranîna fermanên berê ji bo desteserkirina milkên wan tawanbar kir.

Li gorî SOHRˊê, şêniyan ev tedbîr xwe dispêrên ferman û mersûmên berê yên bêserûber û di serdema rejîma berê de hatine derketine. Hat gotin ku îro jî ev belge weke nixûmandineke qanûnî ji bo erdên şêniyan ji dest werin standin tên bikaranîn.

Şêniyan pankartên "Edalet bingeha milkê ye", "hebûna me hêz e û dengê me maf e, em bibin yek heta edaletê pêk tê" hildan.

Di dawiyê de şêniyan bang li aliyên eleqedar kir ku van planan rawestînin û jinûve li dosyayên desteserkirinê binêrin da ku mafên wan neyên binpêkirin û wê heta pêkanîna daxwazên xwe tevgera aştiyane bidomînin.

(fr)