Xelkê Helebê sersaxî da malbatên şehîdên HRE û HPGˊê

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê sersaxî da malbata şervanê HREˊyê şehîd Ciwan Efrîn û gerîlaya HPGˊê şehîd Gulnaz Karataş. Şêniyan got şehîdan hişt ku her bihostek Kurdistanê bibe cihekî pîroz.

7 îlon, 2025   13:08
HELEB

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û koçberên Efrînê sersaxî da malbata şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) şehîd Ciwan Efrîn û gerîlaya Hêzên Parastina Gel (HPG) şehîd Gulnaz Karataş.

Şervanê HREˊyê şehîd Ciwan Efrîn (Cuma Gedro) di 3ˊyê Îlona 2025ˊan de dema li ser erka xwe ya leşkerî li bajarê Reqayê şehîd bû, gerîlaya HPGˊê Gulnaz Karataş (Henîfe Xelîl) di 1ˊê Cotmeha 2021ˊê de li Garê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûbû.

Merasîm li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin. Di merasîmê de endama Koordînasyona Kongra Star Reyhana Elo axivî û diyar kir ku fedakariyên şehîd hişt ku her bihostek Kurdistanê bibe xaka pîroz.

Hevserokê Komîna Şehîd Zinar, Hesûn Mihemed axivî û got: "Fedakariyên şehîdan yekrêziyê pêk tîne û destkeftiyan diparêze."

Di dawiyê de li dengê qeydkirî yê şehîd Gulnaz Karataş hat guhdarkirin û sersaxî ji her du malbatên şehîdan re hat dayîn.

(fr)

ANHA