Xelkê gundewarê Helebê daxwaza jinûve tamîrkirinê kir

Bi dehan xelkê bajarê Enedanê yê gundewarê bakurê Helebê, bi daxwaza dest bi projeya jinûve tamîrkirina malên wan bê kirin, li pêşiya avahiya Meclisa Xwecihî ya bajêr protesto kir.

Xelkê gundewarê Helebê daxwaza jinûve tamîrkirinê kir
14 nîsan, 2026   18:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku bi dehan xelkê bajarê Enedanê yê bakurê Helebê li pêşiya avahiya Meclisa Xwecihî ya bajêr, bi daxwaza destpêkirina projeyên jinûve tamîrkirina malên wan ên ji ber êrişên berê wêran bûne, protesto kir.

Şêniyan di çalakiyê de pankartên "Malên me wêran bûne û jinûve tamîrkirinê ne minetek e, lê mafê her koçberekî ye", "Tamîrkirinê aramî û rûmet e" hildan û bedbîneya xwe li ser berdewamkirina paşxistinê û paşguhkirina daxwazên wan ji hêla aliyên eleqedar ve anî ziman.

Şêniyan anî ziman ku nebûna piştgiriya hikumetê di sererastkirina binesazî û malan de astengiya bingehîn li pêş vegera bi hezaran malbatên koçber bo bajarên xwe ye û destnîşan kir ku mayîna wan li kamp û malên kirêkirî barên debarê, ligel rewşa aborî ya hilweşyayî, girantir dike.

(fr)