Wezareta Enerjiyê: Rêjeya berdana ava çemê Firatê dê sibe bibe 1100

Wezareta Enerjiyê diyer kir ku sibê dê rêjeya berdana ava Firatê ji hezar metrekub li saniyeyê bibe hezar û 100 metrekub.

Wezareta Enerjiyê: Rêjeya berdana ava çemê Firatê dê sibe bibe 1100
14 îlon, 2026   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Enerjiyê ya hikûmeta veguhêz raghand ku Saziya Giştî ya bendava Firatê dê îro miqdara av ji bendava Gidêran zêde bike.

Her wiha, Wezaretê destnîşan kir ku sibê (sêşemê) dê rêjeya berdana ava Firatê bigihîje 1 hezar û 100 metrekub li saniyeyê. Piştî hefteyekê jî dê ev rêje bigihîje  hezar û 200 metrekub li saniyeyê.

Wezaretê da zanîn ku nîvê meha cotmehê dê dîsa rewşa ava çemê Firatê binirxînin, di heman demê de karmendên teknîkî û endezyarî bilindbûna rêjeya ava Firatê saet bi saet dişopînin û dan û standinên wan bi Wezareta Birêvebirina Rewşên Awarte û Karesatan ên parêzgeha Reqa û Dêra Zorê re heye.

Wezareta Enerjiyê bang li şêniyên Reqa û Dêra Zorê kir û bi taybet ên malên wan nêzî çemê Firatê ye ku tedbîrên xwe bigirin û ji peravên çemê Firatê dûr bimînin û di vê demê avjîniyê nekin.

Ji bo pirên şêniyan li ser ava Firatê lêkirine şiyarî kir ku bikar neyînin ji ber rêjeya ava Firatê dê bilind bibe û zû biherike.

(np)