Wehab Helebceyî: Em sersaxiyê ji gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê re dixwazin

Berpirsê Hêzên Dijî Terora Silêmaniyê Wehab Helebceyî ji ber şehîdbûna Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim peyamek a sersaxiyê weşand û tê de got; “Windakirina Bavê Şehîd Welat ji bo gelê me bûyereke trajîke.”

Wehab Helebceyî: Em sersaxiyê ji gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê re dixwazin
11 adar, 2026   23:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Berpirsê Hêzên Dijî Terora Silêmaniyê Wehab Helebceyî bi wesîleya şehîdbûna Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hevserokê berê yê PYD’ê Salih Muslim, di hesaba xwe ya medyaya dîjîtal Facebookê de peyamek belav kir.

Peyama Wehab Helebceyî wiha ye;

“Em ji bo koça dawî ya kesayetiyekî mezin wek heval Salih Muslim sersaxiyê ji gelê xwe yê li Rojavayê Kurdistanê û Kurdistana mezin re dixwazin.

Windakirina Bavê Şehîd Welat (Salih Muslim) ji bo gelê me bûyerek trajîke. Lê em piştrastin ku gelê Kurd gelek mirovên din yên mezin li ser piyan hene, da ku cihê heval Salih Muslim vala nemîne.”