Wê sibe peyama Rêber Apo were aşkerakirin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku peyama Rêber Apo wê sibê were ragihandin.

Wê sibe peyama Rêber Apo were aşkerakirin
30 adar, 2026   21:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partiyê) Gulistan Kiliç Koçyîgît beşdarî weşana zindî ya televizyona Îlke TV'ê bû û der barê hevdîtina dawî ya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ya bi Rêber Apo re agahî dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku şandeya wan a ku çûbû Îmraliyê, dê sibê der barê naveroka hevdîtinê û peyama Rêber Apo de daxuyaniyekê bide.

Endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol di 27’ê Adarê de bi Rêber Apo re hevdîtin kiribûn.