‘Vegera koçberan û serbestberdana dîlgirtiyan cejna rasteqîn e’

Şêniyên ji bajarê Qamişloyê û koçberên ji Efrînê, bi wesîleya cejna Remezanê û Newrozê hêviya vegera li warê xwe, serbestberdana girtiyan û jiyaneke ewle kir.

19 adar, 2026   14:23
QAMIŞLO

Şêniyên bajarê Qamişloyê û koçberên ji Efrîn û Şehbayê bi wesîleya cejna Remezanê û Newrozê hêviyên xwe ji ajansa me re anîn ziman.

Şêniya bi navê Xalidiye Derwîş a ji bajarê Qamişloyê cejna Remezanê û Newroz li tevahî gelan pîroz kir û dilovanî ji şehîdan re xwest. Her wiha hêvî kir ku gel bi hezkirin û aramî bijîn û aştî pêk were.

Zaroka bi navê Duaa Ciwan Mûsa jî bi van gotinan hêviyên xwe anîn ser ziman: "Em dixwazin dibistanên me vebin da ku xwendina xwe berdewam bikin, şer raweste, aştî pêk were û hêviyên gelê me bi cih werin."

Jina bi navê Hesna Xelîl Henan a ji Efrînê hêviyên xwe wiha parve kirin: "Ji bo me cejna rasteqîn ew e ku em vegerin herêmên xwe û warê xwe. Dema ku dîlgirtî werin berdan hingî ew cejna herî mezin e. Em dixwawzin vegerin Efrînê da ku zarokên me ku ji mafê xwendinê bêpar mane, xwendina xwe bidomînin.”

Hesen Sîdo Bîlal ê ji koçberên Efrînê jî got: "Em dixwazin vegerin cih û warê xwe. Em dixwazin hemû dîlgirtî werin berdan.”

(bb)

ANHA