Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê dewam dikin

Hêzên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê qadên çandiniyê topbaran kirin, mal kontrol kirin, bendeke kontrolê danîn, her wiha stargehên leşkerî çêkirin.

Tevgerên Îsraîlê li gundewarên Quneytrayê dewam dikin
22 cotmeh, 2026   19:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên xwecih diyar kirin ku hêzên Îsraîlê ji baregeha li Til El Ehmer a Rojava qadên çandiniyê yên derdora gundê Kondayê topbaran kirin û malek teqandin. Nehat zanîn ku qurbanî hene yan na.

Hate ragihandin ku dewriyeyeke ji nêzî 25 leşkerî pêk dihat bi 6 wesayîtên leşkerî derbasê gundê El Huriyê bû hejmarek mal kontrol kir.

Li gundewarê bakurê Quneytrayê jî bendeke kontrolê li ser rêya Terencê –Mezreya El Emel ava kir û tevgera çûn û hatina gundiyan asteng kir.

Li gorî agahiyan, hêzên Îsraîlê li Til Ehmer a Rojava stargehên leşkerî çêkirin.

(bb)