Tevgera Azadî: Divê bi lez rojnamevan Silêman Ehmed were berdan

Tevgera Azadî der barê revandin û windakirina rojnamevan Silêman Ehmed de daxuyaniyek da û got: “Ev kiryara PDK’ê derqanûnî ye, li dijî prensîbên karê medyayê û berevajiyê mafên microvan e, her wiha binpêkirina yasayên rojnamevaniyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê ye.”

Tevgera Azadî: Divê bi lez rojnamevan Silêman Ehmed were berdan
10 mijdar 2023   21:14
NAVENDA NÛÇEYAN

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews′ê Silêman Ehmed roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 17 roj in agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek tejî berovajîkirin û nerast gotin ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevanî ye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wê revandine.

Desteya Ragihandinê ya Tevgera Azadiya Civaka Kurdistanê der barê revandin û windakirina Rojnamevan Silêman Ehmed de ji aliyê PDK’ê ve daxuyaniyek belav kir.

Daxuyanî wiha ye:

 “Edîtorê beşa Erebî ya Ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku li deriyê Pêşxabûr bê sedem hatî girtin, ev 17 rojin windaye. Piştî 6 rojan di 30’ê Cotmehê de Asayîşa Dihokê bi senaryoyekê nerast û tejî derew ragihand û li xwe mikûr hat ku revandiye.

Ev kiryara faşîstane ya PDK’ê ya dijî rojanmevan û çalakvanan, kiryarek derqanûnî, dijî prensîbên karê medyayê, berevajiyê mafê mirovan û binpêkirina yasaya rojnamevaniyê ya Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Her wiha revandin karek yê terorîstane ne yê hikûmetê ye. Ev reftar di heman demê de binpêkirina danezana cîhanî ya mafên mirovan e. Bi saya desthilata zordar a hikûmeta Barzanî, Herêma Kurdistanê ji rojnamevan û çalakvanan re bûye zîndan.

Herêma Kurdistanê li ser destê hikûmeta Barzanî bûye stargeh û baregeha sîxuran û dagîrkeran, hevkarî û hêsankariyê ji kuştina azadîxwazan re dike. Lê dema rojnamevanek ku ji bo debara jiyana xwe hatiye Herêma Kurdistanê, serdana malbata xwe dike tê revandin. Ji bilî hikûmeta Herêma Kurdistanê li kudera cîhanê ev yek tê dîtin ku rojnamevanên azad û çalakvanên gelê xwe bi revîne û bixe zîndanê?

Em wek Desteya Ragihandinê ya Tevgera Azadî van kiryarên qirêj yên polîsên hêzên Partiya Demokratîk a Kurdisanê/Iraqê şermezar dikin. Em bang dikîn ku di zûtirîn dem de Rojnamevan Silêman Ehmed û girtiyên din ên Behdînanê werin azad berdan û bi silametî vegerînin. Berpirsyartiya parastina wan li stûyê wan e.”