Teqîna li Qamişloyê êrişa hewayî ye

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dateyên teqîna li Qamişloyê aşkera kirin. Hêzê destnîşan kir ku teqîn di encama êrişa balafirên bêmirov ên dewleat Tirk de ye û da zanîn ku qeydên dîmenên ketina moşekekê li heman avahiyê hene.

Teqîna li Qamişloyê êrişa hewayî ye
Teqîna li Qamişloyê êrişa hewayî ye
Teqîna li Qamişloyê êrişa hewayî ye
Teqîna li Qamişloyê êrişa hewayî ye
17 ÇILE, 2025   16:44
QAMIŞLO

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ragihand ku qata jorîn a avahiyê ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk ve hatiye hedefgirtin. 

Ji dîmenên pêşîn a êrişê xuya dibe ku moşekeke din li heman avahiyê ketiye.

Tîmên agirkujiyê şewata li avahiyê çêbûye, kontrol kir û Hêzên Ewlekariya Hundirîn herêma êrişê dorpêç kir.

Li gorî şahidan me ragihandibû ku beriya teqîna yekemîn dengê ketina topekê hatiye bihîstin.

(şx)

ANHA