Têkildarî 15ˋê Sibatê li Helebê panela jinên ciwan

Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî paneleke diyalogê li dar xist. Beşdarên panelê diyar kir ku li hember Komploya Navneteweyî wan têkoşîna xwe bilind kiriye.

12 sibat, 2025   16:50
HELEB

Bi diruşma "Bi rêxistina jinên ciwan em ê komployê têk bibin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bînin" Yekitiya Jinên Ciwan a Helebê li hola Telêt Heleb a li taxa Şêxmeqsûdê bi beşdariya endamên saziyên sivîl, Yekitiya Jinên Ciwan, tevger û rêxistinên jinan panelek organîze kir.

Di panelê de endama yekitiyê Ronahî Yûsif perspektîvên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê komployê, çawaniya valakirin û têkbirina wê bi rêya fikir û felsefeya xwe de, xwendin.

Piştre rêbera Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Avaşîn Efrîn axivî û got: "Revandina Rêber Apo hiş ku ew têkoşîna xwe mezin bilin."

Avaşîn wiha domand: "Berxwedana ku Rêbertî di Îmraliyê de raber dike û serhildana gelê wî li dijî planên dagirkeriyê, hişt ku dewleta Tirk a dagirker tawîzan bide û xwest ku Rêbertî di roja girtina xwe de xîtabekê bide."

Her wiha li ser komployê, çawanî û sedemên derketina Rêber Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê û dewletên beşdarî revandina wî bûne sînevîzyonek hat pêşkêşkirin.

Piştî sînevîzyonê, beşdaran têkildarî bandora komployê li ser jinên ciwan axivî. Endama Meclisa Şehîd Şêlan Seher Şewa axivî û got: "Fikra Rêbertî hişt ku jin serî hildin û bi pêş bikevin. Bi wê re jin bi vîna xwe ya azad û baweriya xwe bi hêza xwe beşdarî tevahî aliyên jiyanê bû."

Li aliyekî din jî hevseroka Yekitiya Werzîşê Mecdolîn Îbo axivî û got: "Şoreşa ku jin tê de nakeve. Ji lew re dagirker her tim bi hemû rê û rêbazan jinan hedef digire."

(fr)

ANHA