Sûdanê agirê depoyên petrolê yên li Port Sûdanê vemirand

Berevaniya Sivîl a Sûdanê ragihand ku wan agirên li depoyên sotemeniyê yên li Port Sûdanê vemirand.

Sûdanê agirê depoyên petrolê yên li Port Sûdanê vemirand
11 gulan, 2025   12:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Berevaniya Sivîl a Sûdanê îro ragihand ku wan agirên ku li depoyên sereke yên petrolê û cihên din ên li Port Sûdanê derketine vemirandin.

Rêveberê Berevaniya Sivîl Osman Ata bi daxuyaniyekê got, "Me hemû şewatên li depoyên stratejîk û cihên din li Port Sûdanê bi temamî kontrol kirine. "

Desthilata nêzî artêşê, Hêzên Piştgiriya Lezgîn tewnbar kiri êrişeke dronan pêk aniye û bûye sedem agir bigire depoya sotemeniyê ya sereke li  bajarê Port Sûdanê li ser Deryaya Sor.