SOHR: Li Kobanê kirîza mirovî girantir bûye

Çavdêriya Sûriyeyê ya Mafên Mirovan (SOHR) hişyarî da ku li Kobanî ji ber dorpêça dijwar a çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û şert û mercên dijwar ên zivistanê kirîz mirovî girantir bûye û daxwaza mudaxeleya mirovî ya lezgîn kir.

SOHR: Li Kobanê kirîza mirovî girantir bûye
25 ÇILE, 2026   12:55
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê hişyarî da ku bajarê Kobanî di bin dorpêça dijwar a çeteyên Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê û şert û mercên dijwar ên zivistanê ber bi rewşeke mirovî ya xerab v diçe û bang li rêxistinên mirovî yên navneteweyî kir ku "tavilê mudaxele bikin û bi hezaran sivîlên dorpêçkirî rizgar bikin."

SOHR`ê diyar kir ku Kobanî "zêdetirî hefteyekê ye bi tevahî hatiye dorpêçkirin", ev yek bûye sedema rawestandina derbasbûna xwarin û pêdiviyên bingehîn.

SOHR`ê da zanîn gelek koçberên ji Reqa, Tebqa û Eyn Îsayê û bi deh hezaran kesên ji gundên derdorê çûne Kobanê, û gelek ji wan neçar in ku li dibistanan, avahiyên giştî an jî li kolanan razên, "di şert û mercên zivistanê yên dijwar û barîna berfê de".

Der barê rewşa tenduristî de SOHR`ê ragihand ku "oksîjen li yek ji nexweşxaneyên bajêr xilas bûye", ku bûye sedema mirina 5 zarok û zilamekî. Her wiha derman û şîrê zarokan jî kêm bûye.

Li ser heman mijarê, Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Karûbarên Mirovî (OCHA) duh der barê "kirîza mirovî li bajarê Kobanî û gundewarê wê", hişyarî  da û bal kişand ser "girtina hemû rêyên ku diçin bajêr û kêmbûna pêdiviyên bingehîn".

OCHA `yê diyar kir ku hevkarên mirovî "fikarên xwe li ser rewşa sivîlan" anîne ziman.

(k)