Sibe li 9 bajarên Rojava li hember Komploya 15`ê Sibatê gel li qadan e

Ji bo şermezarkirina Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan dê li 9 bajarên Rojavayê Kurdistanê meş û çalakî werin lidarxistin.

Sibe li 9 bajarên Rojava li hember Komploya 15`ê Sibatê gel li qadan e
14 sibat, 2026   15:33
QAMIŞLO

Bi boneya 27`emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15`ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve wek `Roja Reş` hatiye îlankirin, li 9 bajarên Rojavayê Kurdistanê meş û çalakî tên organîzekirin.

Dê çalakî û meş li bajarên Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Tirbespiyê, Qamişlo û Amûdê bên lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku me ji însiyatîfên gel ê li bajaran girtine, cih û dema çalakiyan wiha ne:

Hesekê

Cih: Çerxerêya El Itfaiyê
Dem: 12:00`an

Dirbêsiyê

Cih: Qada Şehîdan
Dem: 11:00`an

Til Temir

Cih: Avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Til Temirê
Dem: 11:00`an

Qamişlo

Cih: Çerxerêya Osman Sebrî
Dem: 11:30`an

Dêrik

Cih: Qada Azadî
Dem: 11:00`an

Tirbespiyê

Cih: Avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Tirbespiyê
Dem: 11:30`an

Girkê Legê

Cih: Qada Şehîd Xebat
Dem: 10:30`an

Çilaxa

Cih: Qada Şehîd Masûm
Dem: 11:00`an

Amûdê

Cih: Qada Ciwanên Şoreşger
Dem: 11:00`an

(sb)

ANHA