Şeybanî: Sûriye derbasbûna Netanyahu ya nav xaka xwe napejirîne

Wezîrê karên derve yê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esad Hesen El Şeybanî da zanîn ku Sûriyeyê ji Konseya Ewlehiyê ya NY’yê re ragihandiye ku ew li dijî binpêkirina serweriya Sûriyeyê û derbasbûna Netanyahu ya ji bo xaka wê ne.

 Şeybanî: Sûriye derbasbûna Netanyahu ya nav xaka xwe napejirîne
12 îlon, 2026   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve û penaberan ê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Esad Hesen El Şeybanî li ser medyaya dijîtal got Sûriyeyê ji Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) re ragihandiye ku ew ew li dijî binpêkirina serweriya Sûriyeyê û derbasbûna Benyamîn Netanyahu ya nav xaka wê ne. 

Şeybanî got Sûriye dê rêbaza xwe ya siyasî û dîplomatîk li gorî qanûnên navneteweyî û peymana Neteweyên Yekbûyî, bi rêyên siyasî û dîplomatîk ên rewa, mafên xwe biparêze.

 (sb)

ANHA