Sewqiyata leşkerî ya ji bo dagirkirina xaka Başûr didome

Sewqiyata leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker ya ji bo dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Sewqiyata leşkerî ya ji bo dagirkirina xaka Başûr didome
14 îlon, 2024   11:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên nûçeya Rojnews’ê şeva borî di saetên dereng de karwanek mezin a ji çekên giran û leşkerên Tirk pêk dihat, dibin çavdêriya hêzên PDK’ê de ber bi navçeya Amêdiyê ya ser bi Dihokê ve hatin şandin.

Li gor heman agahiyan ew hêz li derdora bajaroka Dêrelok a girêdayî Amêdiyê hatine bicih kirin.