Şervanên Minbicê êrişên çeteyan li derdora Tişrînê têk birin

Çeteyên dewleta Tirk a dgairker xwestin bikevin gundên derdora Bendava Tişrînê. Lê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ew êriş têk birin.

Şervanên Minbicê êrişên çeteyan li derdora Tişrînê têk birin
26 kanûn, 2024   17:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên çavkaniyên me ji deverên şer dane, îro saet derdora 13:00ˋan çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwestin êrişî gundên derdora Bendava Tişrînê bikin. 

Heman çavkaniyan diyar kir ku şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê yên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) êrişên çeteyan şikandin, gelek çete hatin kuştin û birîndar bûn. Her wiha wesayîteke zirxê ya BMB û wesayîteke doçla li ser hatin rûxandin.

Lê heta van kêliyan di navbera şervanan û çeteyên dagirkeriya Tirk şer û pevçûn didomînin. Çavkaniyên ji herêmê got der barê êrişa çeteyan û têkbirina êrişî de wê piştre agahiyên berfireh bên parvekirin.

(fr)