Şervanê HRE’yê Mervan Efrîn şehîd bû

HRE’yê ragihand ku şervanê wan Mervan Efrîn (Ehmed Osman) dema li ser erka xwe bû 12’ê Hezîranê şehîd bû û got: " Hevrê Mervan bû şoreşgerekî hêjayê doza gelê xwe."

Şervanê HRE’yê Mervan Efrîn şehîd bû
13 hezîran 2024   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî şehadeta şervanê xwe yê bi navê Mervan Efrîn (Ehmed Osman) ragihand.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

"Hevrêyê me Mervan Efrîn ku di çarçoveya Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê de têkoşîn û berxwedaniya me ya li hember dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên wê didome de kar û xebatên xwe dida meşandin, dema li ser erka xwe bû di dîroka 12’ê Pûşbera 2024’an de şehîd bû.

Rêhevalê me Mervan Efrîn ku bi navê xwe yê rast Ehmed Osman tê naskirin, li cih û warê berxwedana serdemê, li Efrînê ji dayik dibe. Bajarê Efrînê yek ji wan bajarên Kurdistanê ye, ku bi derketina şewq û ronahiya Rêber Apo ve, xwe rêxistin, Jîr û zana kirin û ewladên xwe yê herî hija û bijarte bi destê xwe diyariyê doza azadiyê kirin. Bi taybetî bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve carekî din jî gelê me bi heman hestê kurdperwerî û welatparêziya kûr ve li şoreşa xwe xwedî derketin û di oxira vê yekê de jî çi pêwîst kir bedelên wî hate dayîn. Hevrêyê me Mervan Efrîn jî di malbatekî wisa xwedan welatparêz e, bi çanda berxwedêrî û têkoşînê ve mezin dibe. Bi taybetî jî piştê ku bi çavê xwe êş û azara gelê me dît, hîn bêhtir kîn û hêrsa wî li hemberî dagirker, xayîn û nokerên welatê me zêde bû, li ser wan esasan soza tevlîbûna nava refên Hêzên Rizgariya Efrînê da. Hevrê Mervan ji roja ku tevlî nava refên me bû heya kêliya xwe ya dawî jî bi hestê tolhildan û rizgarkirinê têkoşînekî bê rawestan da meşandin. Bi taybetî di warê Leşkerî û birdozî de xwe jîr û zana kir, berê xwe da çeperên şer û bê rawestan têkoşîn û berxwedaniya xwe domand. Di temenê xwe yê ciwan de ti astengî li pêşiya xwe nas nekir, bi vîn û baweriyeke xurt, bi hevaltiya xwe sade û ji dil ve di nava hevalê xwe da hate hezkirin. Hemû erk û wezîfeyên ku jê ra hate dayîn bi awayekî serkeftî pêk anî. Bû şoreşgerekî hêjayê doza gelê xwe.

Weke şervanên Hêzên Rizgariya Efrînê, di şexsê malbata me ya hêja ya rêheval Mervan Efrîn, em sersaxiyê ji tevahî gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Em careke din diyar dikin ku em ê bi lehengên mîna Mervan Efrîn, bajarê xwe ji dagirker û nokeran rizgar bikin.

Nasnameya rêhevalê me yê şehîd wiha ye:

Nasnav:  Mervan Efrîn

Nav û Paşnav: Ehmed Osman

Navê Dayikê: Zeynep

Navê Bav: Mustafa

Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê / 12’ê Pûşbera 2024"

(bb)