Şervanê HAT’ê Şerger şehîd bû

Fermandariya Giştî ya HAT’ê ragihand ku ji şervanê wê Şerger (Şiyar Bozan) îro di berxwedana li Pira Qereqozaqê şehîd bû.

Şervanê HAT’ê Şerger şehîd bû
2 sibat, 2025   15:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandariya Giştî ya Hêzên Antî Teror (HAT) ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyeyê der barê şehadeta şervanekî xwe de daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ji şervanên HAT’ê Şerger (Şiyar Bozan) îro (2 Sibat 2025) di berxwedana li Pira Qereqozaqê ya li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin "Şehîd Şerger sembola fedekarî û rizgariyê bû û di parastina rûmeta gel û xaka xwe de û mînaka dilêriyê bû."

Di daxuyaniyê de heya serketinê soza berdewamkirina rêya şehîd Şerger û hemû şehîdan hate dayîn.

Li gorî daxuyaniyê, agahiyên der barê nasnameya şehîd de wiha ne:

Nasnav: Şerger

 Nav û Paşnav: Şiyar Bozan

 Navê Dayikê: Medîne

 Navê Bav: Fadil

 Cih û Dîroka Jidayikbûnê: Bîr Ereb, 2005

 Dîroka Tevlîbûnê: 26-7-2023

 Cih û Dîroka Şehadetê: Pira Qereqozaq, 2-2-2025.

(bb)