Sersaxî ji malbata şehîd Hûsam Hîlal re hat xwestin

Şêniyên kantona Reqayê ji malbata şervanê QSD`ê Hûsam Cûma Hîlal re sersaxî xwest û diyar kir ku heta serkeftinê bi dest bixin dê şopdarên rêya şehîdan bin.

Sersaxî ji malbata şehîd Hûsam Hîlal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hûsam Hîlal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hûsam Hîlal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hûsam Hîlal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hûsam Hîlal re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Hûsam Hîlal re hat xwestin
19 mijdar, 2024   14:43
REQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Reqayê ji bo şervanê Hêzên Komandos ên QSDˈê Hûsam Cuma Hîlal ê ku 15ˈê Mijdara îsal di encama teqîna mayîneke berê ya çeteyên DAIŞˈê de li bajarê Çelebiyê yê Kobanê şehîd bûbû, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Şêniyên kantona Reqayê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, Kombûna Jinan a Zenûbiya, Hêzên Komandos herikîn bin konê sersaxiyê yê şehîd ku li pêşiya mala wî ya rojavayê bajarê Reqayê hatiye vedan.

Hevserokê Meclisa Gel a bajarê Reqayê Luey El Îsa di merasîmê de axivî û got: "Em bejna xwe bi rêzdarî li ber fedakariyên şehîdan dîtewînin."

El Îsa wiha domand: "Li eniyan bi şev û roj şervan li hember zalim û zordestan li ber xwe didin. Bila bizanin ku em ê li hember van êrişan bisekinin. Em soz didin şehîdên xwe ku rêya serkeftinê bidomînin."

Endama Nivîsgeha Perwerdeyê ya Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê Suheyle El Seyd got: "Berxwedan û têkoşîn bi redkirina zilma dewleta Tirk a dagirker, bi pêşengiyeke aqilane ku rê ronî dike û bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan dest pê dike."

Suheyle wiha domand: "Şehîd sembol û navnîşana serkeftinekê ne. Rast e ji nav me diçin, lê ramanên wan dimînin. Şehîd naçe, ji ber ku şûnekê di dilê me de dihêle."

Di dawiya merasîmê de girseyê teqezî bi şopandina rêya şehîdan kir.

(şx/bb)

ANHA