Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin

Şêniyên bajarê Kobanê sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re xwest.

Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin
Sersaxî ji malbata şehîd Elîşêr re hat xwestin
3 gulan, 2026   14:54
KOBANÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a Kobanê ji bo şervanê QSD'ê Elîşêr Kobanê (Elî Keçel) ê ku 30'ê Nîsanê (2026) di encama qezayeke perwerdeyê de li gundê Til Beyder ê Hesekê şehîd bûbû, merasîma sersaxiyê li dar xist.

Tevî endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, malbatên şehîdan, bi dehan şênî li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê kom bûn. Girse bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" ji Qada Şehîd Egîd çûn taxa Berxotanê cihê şîna şehîd.

Li cihê sersaxiyê merasîmek hat lidarxistin. Piştî deqeya rêzgirtin ji rêveberên Meclisa Jinan a PYD'ê Bedîa Miha axivî.

Bedîayê di axaftina xwe de sersaxî ji malbata şehîd re xwest û şehîdên azadiyê bi bîr anîn û ev li gotinên xwe zêde kirin "Em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe ditewînin û wan bi rêzdarî bi bîr tînin.  Em bi şehadetê serbilind in, ji ber ku şehîdên me rûmet û nasnameya me ne. Em ê têkoşînê bidomînin û şopdarên rêya şehîdan bin."

(sş/bb)

ANHA