Sersaxî ji malbata şehîd Çîçek Kobanê re hat xwestin

Ji bo şervana Hêzên Rizgariya Efrînê Çîçek Kobanê (Sewsen Berekat) sersaxî hat xwestin.

2 sibat, 2024   14:54
KOBANÊ

Şervana Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) Çîçek Kobanê (Sewsen Berekat) tevî şervanên din Cûdî Gabar (Cemî Silêman), Cûdî Reşo (Hemîd Reşo), Dilşêr Serêkaniyê (Ebdureheman Sofî) û Jiyan Efrîn (Roşîn Efrîn) 30’ê Çileyê di çarçoveya qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de di çalakiyên li dijî dagirker û çeteyan de li gundê Basilê yê Efrînê şehîd bûbûn.

Li Kobanê bi sedan kesî sersaxî da malbata şehîd Çîçek Kobanê û merasîmek hat lidarxistin.

Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Eyşe Efendî di merasîmê de axivî got: "Çîçekê li Kobanê li dijî çeteyan şer kir û li Efrînê bi hêviya rizgarkirinê li ber xwe da û şehîd bû. Em soz didin ku em ê heta dawiyê xwedî li şehîdên xwe derkevin."

Rêveberiya Akademiya Emgîhan Cûdî ya Malbatên Şehîdan Silêman Silêman jî diyar kir ku şehîd Çîçek soza rakirina çeka şehîdan da, beşdarî gelek pêngavên rizgarkirina herêman bû û di Berxwedana Serdemê de şehîd bû.

Birayê şehîd Çîçek Ehmd Berekat jî axivî û soza şopandina rêya şehîd Çîçek da û got: “Çîçekê bê teredûd di gelek pêngavan de de cih girt. Her ji min re digot dema me çek li hemberî dijmin rakir em ê xwe nedin destê wan jî, em ê li ber xwe bidin. Ez birayê wê soz bi xwîna Çîçekê ku em ê tola wan hilînin û çeka wan li erdê nehêlin."

Bavê şehîd Çîçek Hisên Berekat jî got heta ku her çar parçeyên Kurdistanê nebin yek, ew ê her berdêlên giran bidin û wiha anî ziman: "Em ê her çar parçeyan bikin yek. Îro nebe sibe, sibe nebe du sibe, dê her çar jî bibin yek. Ma ne mirin carek e? Em ê jî li ser axa xwe bimirin. Em Kurd destê xwe bidin hev û em ê bi wê hêza xwe jî, dijmin têk bibin."

Li ser navê malbata şehîd Çîçek jî Mehmûd Beşar axivî û wiha got: "Di şexsê şehîd Çîçek de tê îsbatkirin ku Efrîn ne bi tenê ye. Divê ku her kes bizane ku ji destpêka avabûna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ve gelê Kurd xwedî îrade û berxwedanê ye. Va ye jina Kurd şervan e, parêzvana welat e, siyasetmedar û şehîd e. Jina Kurd di xeta projeya Rêber Apo re dimeşe û dê azadiyê mîsoger bike."

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê ya şehîd Çîçek Kobanê hat xwendin û radestî malbatê hat kirin. Merasîm bi dirûşman bi dawî bû.

 (ekîb/bb)

ANHA