Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî kî ye?

Almaz Romî di 1989`an de li gundê Helincê yê Kobanê ji dayîk bûye. Bi Şoreşa 19ˊê Tîrmehê re tev li kar û xebatan bûye, di gelek saziyan de cih girtiye, ji bo Seroka Şaredariya Kobanê hat diyarkirin. Îro jî bi awayekî fermî dest bi erkên xwe weke Seroka Şaredariya bajarê Kobanê kir.

Seroka Şaredariya Kobanê Almaz Romî kî ye?
9 nîsan, 2026   18:12
KOBANÊ

Almaz Romî di salên 1989`an li gundê Helincê yê bajarê Kobanê hatiye dinê, zewicî ye, du zarokên wê hene.

Almaz Romî Peymangeha Sporê li Zanîngeha Helebê xwendiye. Piştî Şoreşa 19ˊê Tîrmeha 2012`an wek endama Koordînasyona Yekitiya Mamosteyan a Kobanê hatibû erkdarkirin, li kêleka wê erkê jî mamostetî dikir.

Di 2013`an de Almaz Romî ji bo Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê hatibû erkdarkirin.

Di 2017`an de Almaz Romî weke Cîgira Seroketiya Desteya Jinan hatibû erkdarkirin.

Di 2018`an de weke Endama Koordînasyona Kongra Star hatibû erkdarkirin.

Di 2020`an de ji bo Rêveberiya Nivîsgeha Têkiliyên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) hatibû erkdarkirin.

Di 2024`an de weke Hevseroka Desteya Jîngehê hatibû erkdarkirin.

Beriya çend rojan şandeyek ji Rêveberiya Kobanê û hin kesayetên siyasî serdana parêzgeha Helebê kir, di wê serdanê de Almaz Romî weke Seroka Şaredariya Kobanê ji hêla Parêzgarê Helebê Ezam Xerîb ve bi awayekî fermî hat tayînkirin. Îro Almaz Romî bi fermî dest bi erkên xwe kir..

(sş/fr)

ANHA