Şerê hêzên Şamê û çeteyan: 2 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişa çeteyên "Fetih El Mubîn de", efserekî hikumeta Şamê hat kuştin  û di êrişeke din de çeteyekî Heyet Tehrîr El Şam hat kuştin.

Şerê hêzên Şamê û çeteyan: 2 kes hatin kuştin
13 nîsan 2024   20:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), çeteyên koma "Fetih El Mubîn" li gundewarê bakurê parêzgeha Laziqiyê êrişî hêzên hikumeta Şamê kir. SOHR diyar kir ku di êrişê de efserekî hikumeta Şamê hat kuştin.

Hate ragihand ku li devera Sehil El Xab ê gundewarê parêzgeha Hemayê di êrişa hêzên Şamê de çeteyekî "Heyet Tehrîr El Şam" hat kuştin.

Li gorî daneyên SOHR, ji destpêka îsal ve, di 149 êrişan de 178 kes hatin kuştin û zêdekirî 133 kes birîndar bûne.

(bb)