Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin

Polîsan bi ser avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê de girtin û 5 rojnamevan hatin binçavkirin.

Ser şaredariyê de girtin: Rojnameger hatin binçavkirin
15 sibat, 2025   08:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Bajarê Mezin a Wanê Abdullah Zeydan hat birîn li şaredariyê çalakiya nobedê hat lidarxistin. 

Di roja 5’emîn a çalakiya nobedê de saet 04:00’an de bi sedan polîsan avahiya şaredariyê dorpêç kirin. Çalakvanan deriyên şaredariyê ji polîsan re girtin, polîsan bombeyên gazê avêtin şaredariyê,  derî û pencereyên avahiyê şikandin. siyasetmedar û gelek rojnamevan binçav  kirin.

 Di serdagirtina polîsan de nûçegihana JINNEWS’ê Rabî Onver, nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Bîlal Babat û Mehmet Guleş, rojnamevan Medîne Mamedoglu û Behçet Bayhan hatin binçavkirin.

  Her wiha Hevşaredarê Bajarê Mezin a Amedê Dogan Hatûn jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.

 Piştî demekê Dogan Hatûn serbest hat berdan.

 Polîsan xwestin Hevşaredar  Abdullah Zeydan teblîgata Wezareta Karê Hundir ya ji kar dûrxistinê îmze bike. Abdulah Zeydan got bu biryarê nas nake û teblîgat îmze nekir.