Şêniyên Tirbespiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir

Ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û yekitiya Kurdan, li Tirbespiyê meşek hat lidarxistin.

Şêniyên Tirbespiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Şêniyên Tirbespiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Şêniyên Tirbespiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Şêniyên Tirbespiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Şêniyên Tirbespiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
Şêniyên Tirbespiyê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir
8 nîsan, 2026   14:54
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Em bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yekitiya Kurdan a demokratîk misoger bikin" Meclisa Bajarê Tirbespiyê meşek li dar xist.

Bi dehan şênî li pêşiya Rêveberiya Dibistanan kom bûn û hetanî pêşiya meclisa bajêr meşiyan. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên TEV DEM`ê bilind kirin.

Piştî ku meşvan gihaştin ber avahiya meclisê, li wir piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Însiyatîfa Gel a Tirbespiyê Xaliya Ehmed axivî.

Xaliya Ehmed destnîşan kir ku divê Rêber Abulaah Ocalan were azadkirin, "ji ber ku kilîta çareserkira pirsgirêkîn Rojhilata Navîn li gel Rêbertiya me ye" û wiha dewam kir: “Banga Rêbertî ya aştî û civaka demokratîk divê berdewam bike û dewleta Tirk jî gavên aştiyê biavêje.”

Xaliya Ehmed da zanîn ku divê li çar aliyên Kurdistanê yekitî were xurtkirin û got: “Dem hatiye ku êdî em yekdest bin û li hember dijminên Kurdan têkoşîna xwe bi hêz bikin.”

(ex/k)

ANHA