Şêniyên Til Koçerê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin

Şêniyên bajarê Til Koçerê êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser nobedarên bendava Tişrînê şermezar kirin û piştgiriya xwe ji bo hêzên xwe yên leşkerî nîşan da.

Şêniyên Til Koçerê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
Şêniyên Til Koçerê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
Şêniyên Til Koçerê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
Şêniyên Til Koçerê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
Şêniyên Til Koçerê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
Şêniyên Til Koçerê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
Şêniyên Til Koçerê êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kirin
21 ÇILE, 2025   14:45
QAMIŞLO

Bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser nobedarên  li bendava Tişrînê, û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi sedan şêniyên bajarê Til Koçerê yê kantona Cizîrê bi meşeke girseyî derketin qadan.

Meş ji ber Parka Rêber Apo ya li bajêr dest pê kir û ber bi kolanên bajêr bi rê ket. Şêniyan wêneyên şehîdên bendava Tişrînê û alên QSD’ê bilind kirin û pankartên bi nivîsa “Em hemû QSD ne" û "Bijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk” hilgirtin.

Meş li navenda bajêr veguherî mîtînga girseyî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Kongra Star Lorîn Omer axivî û got: “Em kiryarên hovane yên dewleta Tirk ên li dijî binesaziyê û şêniyên li bendava Tişrînê şermezar dikin.”

Lorîn Omer bang li hêzên navneteweyî kir ku fişarê li dewleta Tirkiyeyê bikin da ku êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rawestîne.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Yasîn Kino jî tekez kir ku "Ev kiryarên hovane dê bandorê li biryar û îradeya gelê me yê azad neke. Xwîna ku ev axa pîroz av daye dê bibe ronahiya rêya me.”

Her wiha got: “Em bi awayekî eşkere piştgiriya xwe ji hêzên xwe yên leşkerî, Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Yekîneyên Parastina Jin re radigihînin, ew ên ku ji bo parastina axê û rumetê destanên qehremanî û fedekariyê dinivîsin.”

Meş bi dirûşmeyên piştgiriya QSD`ê û “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(k)