Şêniyên taxa Cober li dijî derengketina nûavakirinê xwepêşandan kirin

şêniyên Taxa Cober li Şamê rê girtin derengketina nûavakirinê û nezelaliya li ser projeyên veberhênanê yên pêşniyarkirî protesto kirin. şêniyan daxwaza garantîkirina mafê vegera xelkê bo malên xwe kirin.

Şêniyên taxa Cober li dijî derengketina nûavakirinê xwepêşandan kirin
23 cotmeh, 2026   15:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan şêniyên Taxa Cober li Şamê îro rêya Mueleq girtin û nerazîbûna xwe li dijî derengketina nûavakirina taxê protesto kirin û nexşeya plansaziya bajarî red kirin.

Her wiha "Komîteya Koordînasyona Taxa Coberê" jî banga zelalkirina rewşa dosyaya nûavakirinê, eşkerekirina hûrguliyên derbarê projeyên veberhênanê yên pêşniyarkirî û destnîşankirina bernameyek pêkanînê ya zelal kir.

(k)

ANHA