Şêniyên Reqayê: Nekevin xefka fitneyan

Şêniyên kantona Reqayê bang li tevahî gelê Sûriyeyê kir ku nekevin xefka fitneyan û got gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û etnîkên xwe yek e.

Şêniyên Reqayê: Nekevin xefka fitneyan
20 kanûn, 2024   04:10
REQA
DÎMA MIHEMED

Şêniyên kantona Reqayê der barê parvekirinên li ser medyaya civakî yên bi armanca derxistina fîtneyan de, ji ajansa me re diyar kir ku her çiqas pêkhate pir bin jî, dîsa hemû di bin ala Sûriyeya azad de ne.

Gelê Sûriyeyê bi giştî û yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi taybet dibînin ku hin alî di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin bi rêya şaneyên xwe li ser medyaya dîjîtal fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de bi taybet di nava Kurd û Ereban de derxin.

Welatiya bi navê Mariya Ezîz a ji gundê Til El Semin ê bakurê Reqayê nerazîbûna xwe li hemberî hewldanên derxistina fîtneyan ên bi armanca têkbirina aramî û ewlehiya herêmê nîşan da û got: “Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhate û etnîkên xwe hevgirtî ye.”

Edhem Selûm ê ji bajarê Hezîma yê kantona Reqayê got: “Di vê dawiyê de li ser medyayên dîjîtal hewldanên derxistina fitneyan di nava pêkhateyên gelê Sûriyeyê de zêde bûne. Em van hewldanan bi tundî red dikin. Em bi hezaran salan bi hev re dijîn. Tu cudahî di navbera Ereb

 Kurd, Suryan û Asûrî de nîn e."

Selûm xîtabî gelê Sûriyeyê kir  û got: "Em di dawiyê de Sûriyeyî ne

 Divê rêgeza nasnameya Sûriyeyê zimanê diyalogê be ku bigihîne Sûriyeyeke nû ya pirrengî ku tê de tevahî Sûriyeyî bi azad û edalet bijîn."

Ebûd El Casim jî destnîşan kir ku ji hezaran salan ve hemû pêkhate bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn û tu cudahî di navbera pêkhateyan de tune ye.

Ebûd bang li gelê Sûriyeyê kir û got: “Fitneyên li ser medyayên dîjîtal rawestînin. Divê em ji bo tiştên li Sûriyeyê rû didin hişyar bin. Em bang li xwedî biryaran dikin ku ji bo yekitiya gelan û xakê biryarên guncaw bidin."

(mh/fr)

ANHA