Şêniyên Qamişloyê: Em ê şopdarên rêya şehîd Yusif Gulo û neviyên wî bin

Şênî û rûspiyên Qamişloyê, şehîd Yusif Gulo û neviyên wî Mezlûm û Mihemed di salvegera şehadeta wan a duyemîn de bi bîr anîn û soz da ku li ser şopa giyanê welatparêziyê, têkoşînê mezin bikin.

Şêniyên Qamişloyê: Em ê şopdarên rêya şehîd Yusif Gulo û neviyên wî bin
Şêniyên Qamişloyê: Em ê şopdarên rêya şehîd Yusif Gulo û neviyên wî bin
Şêniyên Qamişloyê: Em ê şopdarên rêya şehîd Yusif Gulo û neviyên wî bin
Şêniyên Qamişloyê: Em ê şopdarên rêya şehîd Yusif Gulo û neviyên wî bin
Şêniyên Qamişloyê: Em ê şopdarên rêya şehîd Yusif Gulo û neviyên wî bin
9 mijdar 2023   15:59
QAMIŞLO

Şêniyên Qamişloyê û malbatên şeîdan, rûspiyên herêmê yên kurd, ereb û suryan li pêşiya peykara şehîd Yusif Gulo ya li rojavayê Qamişlo kom bûn û şehîd Yusif Gulo û her du neviyên wî Mezlûm û Mihemed bibîr anîn. 

Di merasîmê de endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê Qamişlo, Silêman Îsa axivî û têkoşîna şehîd Yusif û her du neviyên wî silav kir û got: “Îro ji bo me rojeke bi êş e. Ji ber ku em kesayetek wekî Yusif Gulo ji dest da. Wî ji bo welat û gelê xwe, her tişt da. Ji bo me bûye mînaka fedayîtiyê.”

Têkildarî hedefgirtina Yusif Gulo û neviyên wî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve Îsa got: “Pergalên zordest û desthilatdar di serî de dewleta Tirk a dagirker, kesayetên xwedî bandor di civakê de hedef digirin. Ji ber ku di têkoşînê de pêşeng in û rastiya pergalên dagirkeran û zordestan aşkera kirin. Ji bo temamkirina têkoşîn û berxwedanê pêwîstiya me bi giyanê apê Yusif heye.”

Îsa soz da ku mîrasê têkoşîna şehîd Yusif Gulo binparêzin û heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û projeya neteweya demokratîk pêk were, dê têkoşînê mezin bikin.

Hevjîna kurê mezin ê Yusif  Gulo şehîd Nûrdîn Gulo Yusif, Necah Gulo jî wiha axivî: “Bê westan li ser bingeha felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kar kir. Ji bo ku fikrê tevgera rizgariya kurdistanê belav bike. Tevahî gund û bajar şahidên têkoşîna wî ne. Di oxira parastina gel û welat de, kurên xwe feda kirin.”

Necah wiha domand: “Tevî zextên ewlehiyê, lê têkoşîna xwe domand. Jêdera hêzê û hêviyê bû. Zarok û neviyên wî şopdarên rêya têkoşîna wî bûn.”

Di dawiya merasîmê de “Şehîd namirin” û “Bijî Serok” berz kirin. Şênî wê piştre sardana gorên her sê şehîdan bikin ku li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a li Qamişloyê ne.

Apê Yusif Gulo tevî du neviyên xwe Mezlûm û Mihemed 9`ê Cotmeha 2021`an li taxa Hîlaliye ya rojavayê Qamişloyê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk de şehîd bûn.

(şx)

ANHA