Şêniyên Kobanê bi meşekê hewldanên guhertina navan şermezar kir

Şêniyên bajarê Kobanê bi armanca redkirin û şermezarkirina guhertina navên bajarok û navçeyên li Kobanê û tayînkirina kesên ji derveyî vîna gel, meşiyan.

7 gulan, 2026   14:09
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û xwendekar bi armanca redkirin û şermezarkirina guhertina navên bajarok û navçeyên li Kobanê ji zimanê kurdî bo erebî û tayînkirina kesên ji derveyî vîna gel, meşiyan.

Meş bi dirûşma "Zimanê me hebûna me ye, Kobanê rûmeta me ye" hat lidarxistin. Meşê ji Qada Jina Azad dest pê kir û heta Qada Şehîd Egîd dewam kir. Li wir deqeyekê rêzgirtin hat girtin, dûre endamê Komîta Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa axivî û wiha got: "Em ji kiryarên ku bixwaze vîna me têk bibe, her li vir bin û em ê vê yekê qebûl nekin. Em dixwazin entegrasyoneke bi rêk û pêk were çêkirin û mafên hemû pêkhateyan bi taybet ên gelê Kurd tê de were misogerkirin. Divê maf û zimanê kurdî di destûra Sûriyeyê de werin erêkirin û qebûlkirin."

Gêlo Îsa da zanîn ku dive navên herêmên Kurdan neyên guhertin û wiha got: "Em tu carî kiryarên bi vî rengî qebûl nakin. Nav Kobanê ye ne `Eyn Ereb’ e.”

Her wiha hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Kobanê Sara Xelîl jî diyar kir ku Kobanê bi saya cangoriyên azadiyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar bû û wiha got: "Kobanê bi xwîna şehîdan hat rizgarkirin. Ji ber vê yekê em ê tu carî nehêlin navê Kobanê were guhertin. Di şoreşê re û heta roja îro zarokên me bi kurdî dixwînin, divê zimanê kurdî bi fermî di destûrê de were qebûlkirin. Em ê her ji bo zimanê xwe tê bikoşin heta ku em mafên gelê Kurd bi dest dixin."

Meş bi dirûşmên "Kobanê rûmet e" bi dawî.

(sş)

ANHA