Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan

Bi sedan şêniyên Hesekê sersaxî ji malbatên şehîd Goran Amûdê, Botan Serêkaniyê, Salar Zap û Horman Osman re xwest.

Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
Şêniyên Hesekê sersaxî da malbatên 4 şehîdan
2 sibat, 2025   13:31
HESEKÊ

Ji bo  şervanên QSD'ê Goran Amûdê (Ehmed El Îsa) û Botan Serêkaniyê (Ebdulezîz Eyub) ên ku 30’ê Çileyê  li Zirganê şehîd bûbûn, şervanên QSD'ê Salar Zap (Bozan Bedran) û Horman (Osman Eyûb) ên ku 11'ê Cotmeha 2019'an li Serêkaniyê gihiştibûn asta şehadetê taziye hate danîn.

Endam û reveberên Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Leşkerî ya Hesekê, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û bi sedan şêniyên bajarê Hesekê berê xwe dan cihê taziyê ku Komîngeha Şehîdên Kelasê ya bajarê Hesekê hate danîn û sersaxî ji malbatên her çar şehîdan re xwestin.

Di mala sersaxiyê de wêneyên şehîdan û Rêber Abdullah Ocalan, alên QSD’ê hatin bilind kirin û dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Berxwedana QSD” hatin berzkirin.

Piştî deqeyek rêzgirtin, endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Beşar Koş axivî.

Beşar Koş piştî ku ji malbatên şehîdan sersaxî xwest, diyar kir ku ew ê heya dawî li pey şopa şehîdan bin.

Endamê Meclisa Leşkerî ya Eyaleta Hesekê Hesen Selmo destnîşan kir ku ev 14 sal in bê navber li Sûriyeyê şer û pevçûn didomin û diyar kir ku rexmê ku hemû cîhan dixwaze li Sûriyeyê şer bisekine jî, lê dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe heya niha jî ranawestîne.

Hesen Selmo bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê û destnîşan kir ku armanca wan tunekirina nasnameya gelê Kurd e.

Hesen Selmo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku ji bo armanca dewleta Tirk a dagirker ya têkbirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û wekheviya gelan pêk neyê, gel heya dawî li pişta hêzên QSD, YPG û YPJ’ê ye.

Hesen Selmo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gel a li Bendava Tişrînê û destnîşan kir ku cîhan hemû bûye şahidê wê berxwedaniyê û got: “Ev berxwedanî ji bo hêzên ku bi dewleta Tirk a dagirker re dikevin tifaqên qirêj, bersiva herî di cîh de ye. Em berxwedaniya gel a li Tişrînê silav dikin.”

Piştî axaftinan wesîqeyên her çar şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

 (bm/bb)

ANHA